Kongerssmanekî Amerîkî: Kurd mafê serxwebûnê bidest aniye

Endamekî din yê Kongressa Amerîkî piştevaniyê xwe ji bo referandûm û serxwebûna Kurdistanê derbirî û ragihand, “Hêvîdar im Kurd wê derfeta dîrokî ya mafê çarenivîsî jidest nede.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî din yê Kongressa Amerîkî piştevaniyê xwe ji bo referandûm û serxwebûna Kurdistanê derbirî û ragihand, “Hêvîdar im Kurd wê derfeta dîrokî ya mafê çarenivîsî jidest nede.”

Kongressmanê Amerîkî yê ser bi Partiya Komariyan Steve King ku niha rêveberiya Koşka Spî bi destê wan e ragihand, pirs ji Kurdên Iraqê hate kirin, ma dixwazin pêwendiyên xwe bibirin û bibin dewleteke serbixwe, yan na. Hêvîdar im Kurd vê carê wê derfeta dîrokî ya mafê çarenivîsî jidest nede.

Herwiha Steve King nivîsiye: “Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê gelekî bihêz bû.”

Got jî: “Kurd cihê şanaziyê ne û gelekî serbixwe ne û ji dema çendîn sal in hatine çewisandin û mafê bidest nexistine, ku hêjayî dewleteke serbixwe ne.”

Wî kongressmanê Amerîkî amaje bi wê kiriye, Kurd li Rojhilata Navîn ji Amerîka re dostê ji bo demên dûr û dirêj e.

Kongressmanê Amerîkî daxwaz kiriye jî, Kurd mafên pêkhateyên netewî û olî parastiye, bi taybet Xiristiyanên deşta Neynewayê û Êzidiyên Şingalê û cihên guncaw ji wan re terxan kirine.