Platforma Piştgiriya Serxwebûnê: Gefên li Başûr dibin nayin qebûlkirin
Rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û aktîvistên Kurd, Platforma Piştgiriya Pêvajoya Serxwebûna Kurdistana Başûr damezrandine û radigihînin ku her endamek dê ji bo piştgriyê li ciyekî xebatan bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û aktîvistên Kurd, Platforma Piştgiriya Pêvajoya Serxwebûna Kurdistana Başûr damezrandine û radigihînin ku her endamek dê ji bo piştgriyê li ciyekî xebatan bike. Platformê di 28’ê Îlonê de xwe ragihand û dane zanîn ku him li nav Kurdistanê him jî li Ewrûpa û dîasporayê dê rewabûna encamdayîna referandûma serxwebûnê û pêwistiya serxwebûna Kurdistanê behs bikin.
Daxuayniya ku di destpêkê de bi Kurdî, Turkî, Îngilîzî û Fransizî bi 4 zimanan hemwext hatiye dayîn de wiha tê gotin:
“Gelê Kurd ji bo pêşeroja xwe roja 25ê Îlonê li Kurdistana Başûr bi rengekî aşitîyane û demokratîk çû referandûmê. Ji dengdaran % 72 beşdarî referandûmê bûn û ji wan jî wek % 93 bi rêjeyekî mezin ji bo serxwebûna Kurdistanê dengê xwe dan.
Referandûm û encama referandûmê bi serê xwe tenê jî ji bo gelê Kurd bûyereke girîng û bi wate ye. Divê herkes referandûmê meşrû bibîne û ji encama wê ra jî rêzdar be.
Dewletên cînar û rêvebirên wan berî referandûmê hewldan ku rê û dirbên demokratîk li ber gelê Kurd bigirin, lê bi ser neketin. Îro jî encama referandûmê rewa nabînin û bi tundî gefan li Hukumeta Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî dikin. Divê ew dev ji gefan berdin û li gor şert û mercên cînartiyê tevbigerin.
Bila bizanibin ku di nav sînorên Îran û Tirkîyê da, îro kêm an jî zêde 40 mîlyon Kurd dijîn. Gefên ku rêvebirên dewletên cînar îro li Kurdên Başûr dikin, ji alî hemû Kurdan ve nayên qebûlkirin û ji bo vê yekê ew bêdeng jî namînin.
Gelê Kurd di referandûmê de bi rêjeyeke mezin, biryara xwe da û derbasî qonaxeke nû bû. Di vê qonaxê da jî pirsgirek gelek in û divê bi rêyeke aşitîyane û demokratîk bên çareserkirin.
Em wek Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê, bi navê Platforma Piştgiriya Pêvajoya Serxwebûna Kurdistana Başûr, bangewazîyeke aşîtîyane li hemû gelên cîhanê dikin û dibêjin:
Em li ser axa xwe şer naxwazin.
Bila mafê hemû netew û kêmayetiyên herêmê bên parastin.
Hemû pirsgirêk û nakokiyên di nav netew û dewletan de rû dane, divê bi guftugoyên aşitiyane bên çareserkirin.”