Etrûşî: Mafên Kurdistanê di karnameya hikûmeta nû ya Iraqê de hatin binecihkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand ku dema civîna parlamentoyê ji bo pêdana baweriyê bi kabîneya nû hîn ne diyar e û sedema paşketinê jî berdewamiya duberekiyan e. Herwesa got ku Madeya 140ê û dosyeya petrolê di karnameya Elî Zeydî de hatine çespandin.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Etrûşî îro (Sêşem, 12ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand; heta niha tu tiştek liser dema rûniştina parlamentoyê ji bo bawerîpêdanê nehatiye diyarkirin. Etrûşî sedema wê jî ji bo duberekî û berdewamiya danûstandinên di navbera aliyên Şîe û Suneyan de vegerand.
Ferhad Etrûşî amaje bi wê yekê kir ku heta niha Serokwezîrê Raspartî yê Iraqê Elî Zeydî bi rengekî fermî daxwaza rûniştina parlamentoyê nekiriye. Li ser karnameya wezarî jî eşkere kir ku komîteyek ji bo darêtina karnameyê hatiye avakirin û Cîgirê Yekê yê Serokê Parlamentoyê serperştiya wê dike.
Di derheqa nûçeyên çûna 150 parlamenterên Iraqê ji bo hecê, Etrûşî diyar kir ku ew bawer nake hejmar ewqas zêde be û dibe ku li derdora 30 parlamenteran be.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê destnîşan jî kir ku sê nûnerên Kurd di wê komîteyê de ne û wan kariye hemî mafên Herêma Kurdistanê ji aliyê federalîzm, pirsa petrol û gazê û Madeya 140ê di karnameya hikûmetê de binecih bikin. Ev karname jî wekî guhertinekê ye ji bo karnameya serokwezîrê raspartî.
Di pareke din a axaftina xwe de, Ferhad Etrûşî behsa wê yekê kir ku nûnerên Kurdan di wê komîteyê de ji nûnerên PDK, YNK û aliyên opozîsyonê pêk tên. Li ser pêşkêşkirina navên berbijarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo postên wezarî jî ragihand ku heta niha haydarî wê mijarê nîne.