Beşîkçî: Ne ji mafê Tirkiyê ye dest di referandûmê de werde
Civaknasê Tirk Îsmaîl Beşîkçî diyar kir ku, ji ber Tirkiye pirsgirêka Kurdên xwe çareser nekiriye, li dijî referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê derdikeve.
K24 – Navenda Nûçeyan
Civaknasê Tirk Îsmaîl Beşîkçî diyar kir ku, ji ber Tirkiye pirsgirêka Kurdên xwe çareser nekiriye, li dijî referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê derdikeve.
Îsmaîl Beşîkçî ji malpera Deuche Well beşa Tirkî re axivî û wiha got; birêveçûna referandûmê bi xwe ji bo Kurdan serkeftinek mezin e. Kesên di wê rojê de çûne ser sindoqên dengdanê, çarenivîsa zarokên xwe diyar kirine.
Beşîkçî diyar kir yên dibêjin, ne dema referandûmê bû, divê komkujiya Helebce bînîn bîra wan û li cîhanê tenê Îsraîl li dijî vê komkûjiyê derket û ji cîhanê re ragihand.
Îsmaîl Beşîkçî diyar kir, referandûm mijareke girêdayî Kurdan e, mafê Tirkiye, Îran û Sûriyê nîn e destêwerdanê di vê pêvajoyê de bikin, van welatan nekarîne pirsa Kurdên xwe çareser bikin, ma çawa dikarin dest di karûbarên welatekî din werbidin.
Îsmaîl Beşîkçî amaje bi wê jî kir, hêdî hêdî dê Tirkiye û her kes jî referandûma serxwebûna Kurdistanê bipejirînin.