Jineke Êzdî xwe ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kir
"Navê wê jinê Besma Qasim e û xelka gundî Koco yê Şingalê ye, piştî gihiştina wê ji bo sengerên Pêşmerge dilê wê bi xelkê wê xweş bû."

K24- Navenda Nûçeyan
Jineke xelka Şingalê, piştî ku bêtirî sê salan di din desthelatdariya DAIŞê de ma, karîbû xwe rizgar bike û li gel mişextên Hewîce gihişte navçeyên aram û ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin pêşwazîkirin.
Nûçegihanê Kurdistan24ê li Kerkûk ragihand: "Navê wê jinê Besma Qasim e û xelka gundî Koco yê Şingalê ye, piştî gihiştina wê ji bo sengerên Pêşmerge dilê wê bi xelkê wê xweş bû."