Civîna Encûmena Bilind a Referandumê destpê kir
Civîna Encûmena Bilind a Referandumê bi serpereştiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî destpê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Civîna Encûmena Bilind a Referandumê bi serpereştiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî destpê kir.
Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, biryar e di civîna îro de, Encûmena Bilind a Referandumê, encamên referandumê û pêngavên dahatî yên Herêma Kurdistanê gotûbêj bike, herweha wê helwesta Iraq û civaka navdewletî jî gotûbêj bike.
Ji bilî wê yekê jî, biryar e navê encûmenê bê guhertin û navekî nû jêre hilbijêrin bi awayekî ku li gel qonaxa piştî referandumê guncayî be.
