Encûmena Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistanê hat ragihandin

Endamê Encûmenê Xelîl Ibrahîm ragihand: “Rola Encûmena Bilind a Referandumê bi dawî hat û referandum hat encamdan.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Civîna Encûmena Bilind a Referandumê bi dawî hat û biryar hat stendin ku Encûmena Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistan/Iraq li şûna Encûmena Bilind a Referandumê kar bike.

Endamê Encûmenê Xelîl Ibrahîm ragihand: “Rola Encûmena Bilind a Referandumê bi dawî hat û referandum hat encamdan.”

Got jî: “Di civînê de pêşwazî li danûstendinan û li destpêşxeriya Elî Sîstanî hat kirin.”