Kurdistan24 têksta yekem daxuyaniya Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistan belav kir

Encûmena Bilind a referandumê navê xwe ji bo Encûmena Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistan- Iraq guherand û yekem daxuyanî bi navê xwe yê nû belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Bilind a referandumê navê xwe ji bo Encûmena Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistan- Iraq guherand û yekem daxuyanî bi navê xwe yê nû belav kir.

Têksta daxuyaniyê:

Daxuyaniyek ji Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistan – Iraq

Roja Yekşemê 1ê Cotmeha 2017an li Selaheddînê, Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistan _ Iraq bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî û amadebûna birêz Kosret Resûl Elî civiya.

Di civînê de, piştî gotûbêjkirina dawîn pêşhatên siyasî û karvedanên civaka navdewletî û rêkar û karvedanên Bexdayê beranberî dengê aştiyane yê gelê Kurdistan û referandumê û çawaniya serederiyê li gel wan karvedanan û pêşbînîkirina helwest û pêngavên dahatî, ev biryarên xwarê hatin stendin:

Yekem: Civînê sipasiya hemû welatiyên Kurdistan û pêkhatên netewî û olî û aliyên siyasî kir, ku bi yekrêzî û yekdengî û bi awayekî aştiyane û medenî, beşdarî piroseya referandumê bûn û pîrozbahiya wê serketina dîrokî li gelê Kurdistan kir.

Diwem: Civînê sipasiya erk û westana Encûmena Bilind a Referandumê kir, ku piştî bicîkirina piroseya referandumê erkên xwe bidawî anî.

Sêyem: Civînê tekezî li ser berdewamiya zimanê diyalogê li gel Bexdayê û helwest û peyama aştiyane ya gelê Kurdistanê ji bo Iraq û cîranan kir û pêşwazî li banga Ayetulla Seyid Sîstanî kir, ji bo destpêkirina diyalogê û bi fermî bersiva banga Ayetulla Seyid Sîstanî da.

Çarem: Civînê tekezî li ser parastina aramiya Herêma Kurdistan kir û her corên gefan û danîna sizayên bi kom li ser xelkê Kurdistanê red kir û piştevaniya xwe ji bo bersiva Perleman û hikûmeta Herêma Kurdistanê beranberî biryar û tedbîrên Bexdayê li dijî xelkê Kurdistanê tekez kir.

Pêncem: Civînê ji civaka navdewletî re piştrast kir, ku referandum û dengê aştiyane yê gelê Kurdistan bi ti awayekî gefê li ser aramî û aştiya navçeyê çênake û daxwaza serekî ya gelê Kurdistan, aştî û pêkevejiyan e û daxwaz kir civaka navdewletî rêzê li îrade û dengê aştiyane yê gelê Kurdistanê bigire.

Şeşem: Civînê ji bilî destxweşiyê ji bo rola dezgehên ragihandinê ku roleke baş di piroseya referandumê de lîstibûn, tekezî li ser wê yekê jî kir, ku pêwîst e rola ragihandina navxwe di xizmeta berjewendiyên netewî û niştimanî de be û amadebûyên civînê yekdeng bûn, ku pêwîst e di çarçoveya yasayan de, sînorek ji wan bizavan re bê danîn ku kar li ser dijatîkirina mafê gel û meşandina şerê derûnî û binpêkirina serketina gelê Kurdistan dikin.

Heftem: Civînê yekrêzî û yekdengiya hêz û aliyên siyasî wek bingeha parastina serketinên gelê Kurdistan binav kir û tekezî li rewatiya biryara gelê Kurdistan û parastina wê biryarê û destkeftan kir. Civînê tekez jî kir, ku gelê Kurdistan rijde li ser diyalogê li ser bingehên aştiyane û ti gef û guvaşek wê nikaribe bihêle ew ji biryara 25ê Êlûna 2017an paşde vegere.

Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistan _ Iraq

1ê Cotmeha 2017an