Ev lîstoka 5 hezar salî, li Rihayê hate dîtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li devera Sogmatar a bajarê Rihayê li bakurê Kurdistanê, di lêkolînên arkeolojîk de lîstokek – erebeya hespan û yedegên erebeyê hatin dîtin.
Devera Sogmatar, wekî cîhê Pêxember Musa lê jiyayî tê destnîşankirin. Tê gotin ku, piştî reva xwe ji Firawûnê Misrî Pêxember Musa li vê deverê ma ye û jiya ye.
Riha wekî bajarek herî kevn-antik ê cîhanî tê naskirin û ligor riwayetan babe pêxemberan, Pêxember Brahim bi xwe ji Rihayê ye.