Sadî Pîre: Em xwe radestî gefên cîranan nakin

Pire “Em xwe radestî gefên cîranan nakin. Me tiştek neyasayî nekiriye. Bi rêyên demokratîk, aştiyane çareseriya pirsgirêkê xwestiye”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatên cîranên Kurdistanê, piştî referendûma serxwebûna Kurdistanê helwêstên gefxwar, êrîşkar hemberê Kurdistanê girtin. Iraq, Îran û Tirkiye referendum û encamên we nepejirandin û gefên êrîşbar hemberê Kurdistanê kirin.

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sadî Pîre di daxûyaniya xwe ji BasNews re ragihand ku: “Em xwe radestî gefên cîranan nakin. Me tiştek neyasayî nekiriye. Bi rêyên demokratîk, aştiyane çareseriya pirsgirêkê xwestiye”.