Serok Barzanî: Referandum peyam û dengê aştiyane yê gelê Kurdistan e ji bo Iraq û welatên cîran

Hate ragihandin ku, Serok Barzanî li navenda YNK li Kerkûkê ligel Fermanbarên Hêzên Pêşmergeyan civîn lidar xistiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, seredana bajarê Kerkûkê kir.

Serok Barzanî ji alî Cîgirê serokê herêma Kurdistanê û cîgirê yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve hate pêşwazî kirin.

Hate ragihandin ku, Serok Barzanî li navenda YNK li Kerkûkê ligel Fermanbarên Hêzên Pêşmergeyan civîn lidar xistiye.

Serokatiya Herêma Kurdisatanê ragihand, ku di civînê de, ku bi amadebûna cîgirê Serokê Herêma Kurdistan Kosret Resûl Elî, parêzgarî Kerkûkê Necmedîn Kerîm û endamê fermandeya giştî ya hêzên parastina Herêmê Mihmedê Hecî Mehmûd, wezîrê Pêşmerge Kerîm Sincarî û berpirsên siyasî û îdarî û emnî û serbazî û fermandeyên Pêşmerge li mihwerên Kerkûk û Germyan û Mexmûr birêve çû, Serok Barzanî pîrozbahî û destxweşî li xelkê Kurdistan û tevahiya welatî û pêkhatên Kerkûkê û Pêşmerge û asayiş û polîs û hemû kesan kir ku rola wan di encamdana hêminane û serketina piroseya referanduma serxwebûna Kurdistan de hebû û ragihand, referandum ne li dijî destûra Iraqê û ne li dijî peymana Netewên Yekgirtî ye, ji ber ku amrazêke ji bo rewatîdan bi daxwaz û biryarên gelê Kurdistanê ji bo diyarîkirina çarenivîsa xwe, herweha tekez kir ku referandum peyam û dengê aştiyane yê gelê Kurdistan e ji bo Iraq û welatên cîran.