Rêveberiya xweser pirogramên xwe yên xwendinê li navçeyên Helebê ferz kiriye
Rojnameya El-Weten belav kiriye, ku rêveberya xweser pirogramên xwe yên xwendinê li ser 12 bajarokên bakurê gundewarên Heleb ferz kiriye
K24 – Navenda Nûçeyan
Rojnameya El-Weten belav kiriye, ku rêveberya xweser pirogramên xwe yên xwendinê li ser 12 bajarokên bakurê gundewarên Heleb ferz kiriye, û xelkê navçeya Dêr Cemmal û Mirihnaz red kirin zarokên xwe bişînin dibistanan.
Li gor rojnameya navhatî, xelkê wan navçeyan dibêjin: “Madem hikûmet kare tevahiya pêdiviyên wan yên xwendinên peyda bike bila bi pirogramên fermî yên hikûmetê zarokên wan fêr bibin.