Putin dilgiraniya Erdogan beramberî Kurdistan kêm dike

Pêga elîktronî ya AL-MONITOR, di raporeke xwe de dibêje: "Hebûna berjewendiyên abûrî yên Rûsya li Herêma Kurdistan, rê nade Tirkiyê ku sînorên xwe li ber Kurdistan bigire."

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî serdana serokê Rûsya Vladimir Putin ji bo Tirkiyê û civîna wî li gel serokê wî welatî Recep Tayip Erdogan, hest bi guhertinekê di siyaseta Tirkiyê de beramberî pirsa şandina petrola Kurdistanê bi riya Tirkiyê ve tê kirin.

Pêga elîktronî ya AL-MONITOR, di raporeke xwe de dibêje: "Hebûna berjewendiyên abûrî yên Rûsya li Herêma Kurdistan, rê nade Tirkiyê ku sînorên xwe li ber Kurdistan bigire."

Li gorî wê raporê, piştî sê rojan ji encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê, serokê Rûsya Vladimir Putin serdana Tirkiyê kir û karîbû bandorê li ser nerimkirina siyaseta Tirkiyê beramberî Kurdistanê bike.

Derbarê rola Mosko di rawestandina sizayan de li ser Herêma Kurdistanê, pêga elîktronî nivîsiye "Girêbestên petrolê di navbera Herêma Kurdistan û Rûsya de, bûne rêgir li ber serokê Tirkiyê û nikare gefên xwe beramberî şandina petrola Kurdistanê ji bo bendera Ceyhan bicî bike."

Di dirêjiya raporê de hatiye: "Bi rawestandina petrola Kurdistanê, Rûsya zerermend dibe, ji ber ku Rûsya di hevpeymaniya komela bazirganiya Tirkiyê de beşdar e û stendina tedbîran beramberî Kurdistan ji aliyê Enqerê ve, wê berjewendiyên Mosko jî li navçeyê bixe metirsiyê de.