Bangewaziya piştgiriya serxwebûna Kurdistanê ji Kurdên Ewrûpa
Bangewaziyek ji bo revenda Kurd li tevayiya Ewropa ji bo lidarxistina xwepêşandanên piştgiriyê digel başûrê Kurdistanê
K24 – Navenda Nûçeyan
Bangewaziyek ji bo revenda Kurd li tevayiya Ewropa ji bo lidarxistina xwepêşandanên piştgiriyê digel başûrê Kurdistanê.
Weku wefadariyek ji xwîna şehîd û qurbaniyên gelê Kurd re, em bang li revenda Kurdî li tevayiya Ewropa dikin ji bo lidarxistina xwepêşandanan li pêşiya balyozxane û qonsilxaneyên Amerîka li tevayiya Ewropayê ji bo piştgiriya biryara dîrokî ya gelê Kurd li başûrê Kurdistanê ya hatî standin bi encamdana giştpirsiyê û diyarkirina mafê çarenivîsê xwe û avakirina dewleta xwe ya serbixwe.
Ji ber guhertin û pêşhatên niha li Kurdistanê dibin, nemaze yên piştî serkeftina piroseya giştpirsiya dîrokî ya ji bona serxwebûnê hevdem digel guvaş û fişarên mezin û şerê piropagenda yên hikûmeta Iraqê digel dewletên herêmê yên dagîrker li dijî armancên gelê Kurd yên ji bona bidestxistina azadî û serxwebûna xwe.
Wek nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) li Ewropa û digel Partiya Demokrat a kurdistanê (PDK), û wek erkekî netewî û pêwîst piştgiriya gelê me li başûrê Kurdistanê dibînin, lewra em gaziyê li revenda Kurdî û partiyên siyasî yên Kurdistanê û rêxistin û komeleyên lawan û sercem sazî û komîteyên komelgeha sivîl û rewşenbîr û medyakaran dikin ku, rabin bi lidarxistina xwepêşandanên girseyî li pêşiya balyozxane û qonsilxaneyên Amerîka li welatên lê dijîn, tevlî xwepêşandana li roja duşemê 09.10.2017 ya li pêşiya avahiya parlamentoya Ewropa li Beljîka (Biroksil) li demjimêr 11:0. Hêvîdar in ji hemû dilsoz û xemxwarên doza xwe, li heman rojê amade bibin li pêşiya wan balyozxane û qonsilxaneyên Amerîka digel hilgirtina Ala Kurdistanê bi tenê.
Xalên xwepêşandanê li Almanya: 1- balyozxaneya Amerîka li Berlîn. 2.qonsilxaneya Amerîka li Miyonix (München) 3- qonsilxaneya Amerîka li Frankfurt 4- qonsilxaneya Amerîka li Düsseldorf. 5- qonsilxaneya Amerîka li Hamburg. Herwiha li dewletên din xwepêşandan wê bêne lidarxistin li pêşiya balyozxaneyên Amerîka li paytextên wan welatan.
02.10.2017
Nûnertiya ENKSê li Ewropa
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)