Rûsya ji rêjîma Sûriyê xwestiye diyalogê bi Kurdan re bike
Hikûmeta Rûsya daxwaz ji rêjîma Sûriyê kiriye, li gel rêveberiya xweser ya Rojavayê Kurdistan ku niha navê wê "Federaliya Bakurê Sûrya"ye, dest bi diyalogê bike.
K24 _ Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Rûsya daxwaz ji rêjîma Sûriyê kiriye, li gel rêveberiya xweser ya Rojavayê Kurdistan ku niha navê wê "Federaliya Bakurê Sûrya"ye, dest bi diyalogê bike.
Jêdereke nêzîk ji hikûmeta Rûsya ragihand: "Mosko bizavan dike civîneke berfireh ji bo encûmenên xwecihî yên navçeyên aram li Şamê lidar bixe û armanca wê civînê bilindkirina astê têgihiştinê ye di navbera hemû aliyan de, daku piştre dest bi danîna destûreke nû ji bo Sûriyê bikin."
Wê jêderê diyar kir ku Rûsya di wê baweriyê de ye, ku pêwîst e navçeyên rêveberiya xweser û navçeyên aram, di pêşerojê de bibin beşek ji sîstima nenavendî li Sûriyê."
Berî niha jî Rûsya piştevaniya xwe ji bo sîstima nenavendî û federalî jî li Sûrya ragihandibû heger hatû xelkê Sûrya di navbera xwe de li ser nenavendiyê yan jî li ser federaliyê li hev kirin.
Di dema civînên Astana de jî, pirojeyekî Rûsî ji bo danîna destûreke nû ji Sûriyê re hat ragihandin û di nav destûra nû de behsa sîstima nenavendî û federalî hatibû kirin."
Berî çend rojan jî wezîrê derve yê Sûriyê Welîd Muelim, ji kenaleke Rûsî re ragihandibû ku "Hikûmeta Sûriyê amade ye derbarê sîstima nenavendî li gel Kurdan diyalogê bike."