Kongirêsmanên Komarîxwaz ji welatê xwe dixwazin pişta dewleta Kurdistan bigire
Hejmarek kongirêsmanên Amerîkî nameyek ji bo wezîrî derve yê welatê xwe şandin û ji xwestin ku piştevaniya referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hejmarek kongirêsmanên Amerîkî nameyek ji bo wezîrî derve yê welatê xwe re şand û dawaza kirin ku piştevaniya referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê bike.
Tevahiya wan kongirêsmanan ji Partiya Komarîxwaz in di nameya xwe de jib o wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson dilgiraniya xwe didin xuyakirin ji ber ku Washingtonê piştevaniya referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê nekiriye û di wê nameyê de dibêjin: “Heger Amerîka piştevaniya referanduma Herêma Kurdistanê neke, wê derfeteke dîrokî jib o bihêzkirina pêgeha xwe li navçeyê jidest bide.”
Herweha kongirêsmanên Amerîkî dibêjin: “Nasandina referanduma serxwebûnê bi piroseyeke ne rewa, şaştiyeke dîrokî ye û pêwîst e hikûmeta Amerîka piştevaniya gelê Kurd bike daku dewleta xwe ya serbixwe ava bike.”