Mesrûr Barzanî: Mam Celal kesayetiyekî bi bandor ê meydana siyasî ya Kurdistan, Iraq û navçê bû
Bi boneya koça dawiyê ya Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mam Celal Talebanî, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke hevxemiyê arasteyî YNKê û welatiyên Kurdistanê kir û ragihand, koça dawiyê ya Mam Celal bêgûman valahiyeke gelekî mezin dirust dike.
K24 – Navenda Nûçeyan

Di peyama Mesûr Barzanî de hat: “Bi mixabinî, nûçeya nûçeya koça dawî ya Birêz Serok Mam Celal gihêşt me, bi vê boneyê pirse, serxweşî û hevxemiya xwe arasteyî malbata birêz Mam Celal, serkirdayetî û tevahiya kardro û endamên YNKê û welatiyên Kurdistanê dikim. Xwedê sebrê bide hemû aliyan.”
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got jî: “Birêz Mam Celal kesayetiyekî bi bandor ê meydana siyasî ya Kurdistan, Iraq û navçê bû. Bêgûman koça dawiyê valahiyeke gelekî mezin dirust dike. Hêvîdar im bi yekrêzî û xebata bêrawestandin ji bo bidestxistina hêviyên dêrîn ên gelê me, ku hêviya ji mêj a Mam Celal bû jî, bikarin giyanê bilind ê birêz û tevahiya şehîdên Kurdistanê şad bikin.”