Artêşa Tirkiyê şandina hêzê ji bo sînorê Sûriyê berdewam dike
Karwanekî artêşa Tirkiyê ku ji çend otombêlên serbazî û zirîpoşan pê dihat, ber bi sînorên Sûriyê ve çû û li devera Killisê bicî bû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Karwanekî artêşa Tirkiyê ku ji çend otombêlên serbazî û zirîpoşan pêk dihat, ber bi sînorên Sûriyê ve çû û li devera Killisê bicî bû.
Li gorî medya Tirkiyê, ji dema ku behsa belavbûna hêzên Tirkiyê li parêzgeha Idlibê hatiye kirin ji bo çavdêriya devera kêmkirina şer bikin, artêşa Tirkiyê hêza xwe li ser sînorê welatê xwe bi Sûryê re zêde kiriye.
Herweha tê gotin ku Tirkiyê amedekariyên destpêkirina operasyoneke serbazî di nav Sûriyê de dike, mîna operasyona Mertala Feratê ya ku li Sûriyê pêk anîbû.