Li Stenbolê 70 kes bi tometa endamtiya Cemaeta Gulen hatin girtin
Di operasyonê de lêgerîn li pey 112 kesan hat kirin û di encamê de 70 kes hatin girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Şaredariya bajarê mezin yê Stenbolê û 18 navçeyan operasyon hat kirin.
Di operasyonê de lêgerîn li pey 112 kesan hat kirin û di encamê de 70 kes hatin girtin.
Hat ragihandin ku kesên hatine girtin, sîstema Bylock ya pêwendiyan bikar anîne ku dadgehên Tirkiyê bikaranîna wê sîstemê wek nîşana endamtiya Cemaeta Gulen daye diyarkirin.