Putin: Rûsya destêwerdanê di pirsa Kurdistanê de nake
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin ragihand, “Rûsya destêwedanê di pirsa Kurdistana Iraqê de nake. Riftara Moskoyê bi aliyekî ve ye, ku naxwaze rewş aloz bibe. Em hewla aramkirina rewşê didin.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin ragihand, “Rûsya destêwedanê di pirsa Kurdistana Iraqê de nake. Riftara Moskoyê bi aliyekî ve ye, ku naxwaze rewş aloz bibe. Em hewla aramkirina rewşê didin.”
Di rêwresma destpêkirina Korbenda Wize ya Rûsyayê li Moskoy de, ku hefteyekê berdewam dike, Serokê Rûsyayê derbarê ergerên ragirtina petrola Kurdisanê de got: “Ne di berjewendiya ti aliyekî de ye, petrola Kurdistanê bê ragirtin. Herwiha ew dibe sedema bilindbûna nirxê petrolê.”
Serokê Rûsyayê amaje bi wê jî kir, “Pêwendiyên Rûsyayê yên dîrokî, baş û bihêz bi Kurdistanê re hene û em destêwerdanê di pirsgirêkên di navbera Kurdistanê û Iraqê de nakin û em benghêşta destpêkirina guftûgoyan di navbera her du aliyan de dikin.”