Kalin: Amadekariyên ji bo operasyona Efrînê bidawî bûne

Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê ragihand, wan ji bo operasyonekê li dijî Efrînê hemû amedekarî pêk anîne û di dema pêwîst de ew ê destêwerdana Efrînê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê ragihand, wan ji bo operasyonekê li dijî Efrînê hemû amedekarî pêk anîne û di dema pêwîst de ew ê destêwerdana Efrînê bikin.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin beşdarî televîzyona TRTê bû û got, ew ji bo ewlekariya xwe dikarin li dijî Efrînê operasyoneke leşkerî jî pêk bînin û ji bo ewlekariya Tirkiyeyê çi pêwîst be ew ê bikin.

Kalin amaje bi wê kir jî, amedakariyên wan ên derbarê egera operasyoneka li dijî Efrînê de bidawî hatiye. Dema roja wê hat ew ê bikevin Efrînê. 

Kalin herwiha derbarê rewşa Îdlibê de jî got, ew hewl didin aramî li Îdlibê mayînde bibe û şer û pevçûn rû nedin.