Wezareta Pêşmerge bi tundî bersiva Ebadî dide

Hikmet zelal kir: “Heger Ebadî hêzên Pêşmerge wek beşekî ji sîstema berevaniya Iraqê dibîne, madem çima dixwaze ew navçe radestî hêzeke din bê kirin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Pêşmerge rexneyên tund li daxuyaniyên serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir, ku di wan daxuyaniyan de gotibû: “Pêwîst e hêzên Pêşmerge di bin fermana fermandariya hêzên federal de bin.”

Peyvdarê wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet, ji medya Iraqî re axivî û rexneyên tund li Ebadî kir, ku di daxuyaniyên xwe de li Parîsa paytexta Firensa gotibû: “Pêwîst e navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê, radestî hêzên Iraqî bên kirin û hêzên Pêşmerge bibin beşêk ji sîstema berevaniya Iraqê.”

Helgurd Hikmet tekez kir: “Heya niha ti alîkariyeke serbazî ji Iraqê negihiştiye hêzên Pêşmerge, di demekê de ew navçeyên daxwaz dikin, bi xwîna şehîdên Pêşmerge hatine kontrolkirin.”

Hikmet zelal kir: “Heger Ebadî hêzên Pêşmerge wek beşekî ji sîstema berevaniya Iraqê dibîne, naxwe çima dixwaze ew navçe radestî hêzeke din bê kirin.?”