Bi vîdyo..Termê Mam Celal ji bo Mizgefta Mezin a Silêmaniyê tê veguhestin

Termê Mam Celal ber bi Mizgefta Mezin a bajarê Silêmaniyê ve hat veguhestin daku nimêj li ser bê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî birêveçûna merasîma pasewanê şeref û danîna deste gulan rêzgirtinê li ser termê Mam Celal, ji aliyê her yek ji serokê Iraqê Fûad Meisûm, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û nûnerê serokwezîrê Iraq û şahê Urdinê û wezîrê derve yê Îranê û serokê Perlemana Iraqê û serokwezîrê Herêma Kurdistanê û nûnerê sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî û balyozê Amerîka û nûnerên welatan, termê Mam Celal ber bi Mizgefta Mezin a bajarê Silêmaniyê ve hat veguhestin daku nimêj li ser bê kirin.