Tirkiye li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê 21 burcên çavdêriyê ava dike
Bilindiya wan burcan 15 metre firehiya wan jî 7 metre, dîwarên wan jî xwedî stûrbûna 30 santîmetre ne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gorî nûçeya rojnameya Haber Turk, burcên çavdêriyê di çarçoveya ewlekariya sînorên Tirkiyê û şerê li dijî terorê de tên avakirin û çêkirina wan destpêkiriye.
Li gorî zanyariyan dê 21 burcên çavdêriyê di navbera bajarên Dîlok û Killisê de were çêkirin.
Bilindiya wan burcan 15 metre firehiya wan jî 7 metre, dîwarên wan jî xwedî stûrbûna 30 santîmetre ne.
Tirkiyê berî niha jî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê nêzikê 700 kîlometreyan dîwarê ewlekariyê çêkiribû.