Iraq li dijî Herêma Kurdistanê daxwazekê ji Îran û Tirkiyê dike

Iraq bi fermî daxwaz ji Îran û Tirkiyê kir, deriyên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê bigirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Iraq bi fermî daxwaz ji Îran û Tirkiyê kir, deriyên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê bigirin.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Mehcob aşkere kir, wê wezaretê bi daxwazek fermî daye her du balyozxaneyên Tirkiye û Îranê li Bexdayê, ji bo sînorên xwe bi Herêm Kurdistanê re bigire, ta ku radestî hikûmeta Iraqê bike.

Herwiha aşkere kir jî, Iraqê daxwaz ji her du welatan kiriye, karkirina wan tenê bi hikûmeta Bexdayê re be.

Derbarê biryarên Iraqê yên xistina dorpêçê li ser Herêma Kurdistanê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşogku ragihandibû, ti niyaza Tirkiyê nîn e hinartina petrola Herêma Kurdistanê rabigre, lê heger hikûmeta Iraqê wê yekê ji Tikiyê bixwaze, dibe ku bê ragirtin.

Ev yek di demekê de ye, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin ragihandibû, ragirtina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ne di berjewendiya ti aliyekî de ye, di heman demê de, bandoreke neyînî li ser bazara cîhanê dike.