Tirkiye hêviya rêzê ji Almanya dike

Girêdayî têkiliyên bi Yekîtiya Ewrûpa (YE) re jî, Çavuşoglu rexne li YE girt û got: Sebra me jî xwedî sînor e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di hevpeyvîna xwe ligel kovara “Der Spiegel” a Almanî, Wezîrê derve yê Tirkiye daxwaza rêzgirtinê ji Almanya dike û vê yekê wekî bîngeha destplkirina pêwendiyên baş di navbeyna her du welatan de binav dike.

Çavuşoglu pirsgîrekên di navbeyna Almanya û Tirkiye vedîgerîne, pêvajoyên hilbijartinan li her welatan û niha piştî encamdan a wan daxwaza destpêkirina pêvajoyek nû di navbeyna Berlin û Enqereyê de dike.

Di hevpeyvîna xwe de Wezîrê derve yê Tirkiye Mewlud Çavuşoglu herweha tine ziman ku, wî ji hevpostê xwe yê Almanyayê Sigmar Gabriel re gotiye: “Ger hun gavekê berbi me ve bavêjin, em amade ne du gavan werin pêş”.

Ligor Çavuşoglu Tirkiye tu caran êrîşî Almanya nekiriye, tenê xwe parastiye. Rexneyên dijwar ên Serokomar Erdogan jî hemberî Almanya, wekî gotinên xweparastinê binav kirin.

Çavuşoglu liser pirsa azadiya ramanî û rojnamevanî li tirkiye got ku: “Li Tirkiye azadî heye, lê ew kesên hatine girtin ne ji ber xebata xwe ya rojnamegerî, lê jiber kiryarên xwe yên din hatine girtin“.

Girêdayî têkiliyên bi Yekîtiya Ewrûpa (YE) re jî, Çavuşoglu rexne li YE girt û got: Sebra me jî xwedî sînor e.