Muqteda Sedir: Gefkirin li Kurdan fitneya siyasî ye
Sedir ragihand: “Ew gefên ku bi sedema referandumê li Kurdên akinciyên Bexdayê û parêzgehên din tên kirin, fitneyeke siyasî ye
K24 – Navenda Nûçeyab
Rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir ragihand: “Ew gefên ku bi sedema referandumê li Kurdên akinciyên Bexdayê û parêzgehên din tên kirin, fitneyeke siyasî ye û em hişyariyê ji vê yekê didin.”
Muqteda Sedir di bersiva xwe de li ser pirsekê derbarê ew gefên li Kurdên akinciyê Bexda û parêzgehên din tên kirin, ragihand: “Her gef û êrîşek li dijî Kurdan fitneyeke siyasî ye û pêwîst nake xelkê bêtawan li şûna kesên din azar bidin.”