Balyozê Amerîka: Ji pêşerojê Tirkiye biguman im
Balyozê Amerîka yê li Enqerê dibêje, hin kesayetên hikûmeta Tirkiyê, bi hestên dijminahî hember Amerîka tevdigerin û tolê hildidin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Balyozê Amerîka yê li Enqerê dibêje, hin kesayetên hikûmeta Tirkiyê, bi hestên dijminahî hember Amerîka tevdigerin û tolê hildidin.
John Bass, Balyozê Amerîka yê li Enqerê, derbarê girtina fermanberê balyozxaneyê de got, tometên hatine kirin bêbingeh in û bawer nake ku di vê warê de tu delîl hebin.
John Bass, beriya demekî, wek Balyozê Amerîka yê Efxanistanê hatibû erkdarkirin cara dawî bi medya Tirkiyê re hat ba hev û got, ew derbarê dahatiya Tirkiyê de biguman û nizane Tirkiye jivir û pê ve çawa berdewam bike.
Da zanîn di gelek waran de nakokî di navbera siyaseta Tirkiye û Amerîkayê de hene, lê hêvî dike ev nebin sedemên cudabûnê.