Li ser riya Helebê 60 Welatiyên Kurd ji aliyê çekdarên Ewelwî ve hatin revandin

Çekdarên her du bajarokên Nubbil û Zehra yên Elewî, bêtirî 60 welatyên Kurd li ser riya di navbera Heleb û Efrînê de revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên her du bajarokên Nubbil û Zehra yên Elewî, bêtirî 60 welatyên Kurd li ser riya di navbera Heleb û Efrînê de revandin.

Rojnamevan Mihemed Bilo ji Efrînê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ji duh ve grûpên çekdarên bajarokên Nubbil û Zehra, rêbend li nêzîkî gundê Mayrê li ser riya Heleb - Efrîn danîne û bêtirî 60 welatiyên Kurd revandine û revandina welatiyan heya niha jî berdewame.”

Li gorî zanyariyên Bilo: “Hin welatiyên Nubbil û Zehra di zindanên asayişa li Efrînê de girtî ne, ew grûpên çekdar jî welatiyên Efrînê direvînin daku bermaberî berdana wan, asayişa li Efrînê girtiyên Nubbil û Zehra berde.”

Nubbil û Zehra du bajarokên Elewî ne, 35 kîlometran ji başûrê Efrînê in.