Li Farqînê 2 cerdevan hatin kuştin

Li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê 2 cerdevan hatin kuştin, yek jî bi giranî birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê 2 cerdevan hatin kuştin, yek jî bi giranî birîndar bû.

Parêzgariya Diyarbekirê da xuyakirin, li bejahiya navçeya Farqînê li dijî gerîlayên PKKê bi beşdariya hêzên çekdariyên Tirkiyê û parêzvanên gund operasyon hate destpêkirin.

Nêzîkî gundê Cumatê yê Farqînê, bombeya ku ji hêla gerîlayên PKKê ve hatibû danîn, di dema derbasbûna cerdevanan de teqiya û di encamê de 2 cerdevan hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Piştî teqînê li herêmê operasyona Artêşa Tirkiyê hatiye berfirehkirin.

 

Fly Erbil Advertisment