Pispor: "Pêngava Rûsya ya Kurdistanê, dê hevsengiyan biguherîne"

Helwesta Rûsyayê ya der barê referandûma Kurdistanê de ku ji Ameríka û ji welatên herêmê cuda ye di rojeva pisporên Rojhilata Navîn de jî wek mijareke girîng tê nirxandin.

 

K24 – Enqere

Helwesta Rûsyayê ya der barê referandûma Kurdistanê de ku ji Ameríka û ji welatên herêmê cuda ye di rojeva pisporên Rojhilata Navîn de jî wek mijareke girîng tê nirxandin. Pisporên ku li Tirkiyê beşdarî konferanseke li ser Rojhilata Navîn bûn amaje kirin ku pêngava Rûsyayê ya bo Kurdistanê ji bo dahatûya herêmê wê bibe sedema guhertin û hevkariyên nû.

Geşedanên li Rojhilata Navîn bi taybeti yên li Sûriyê û Iraqê di konferanseke navdewletî de li Tirkiyê hatin axaftin. Di konferansê de poîtîkayên Enqere, Tehran û Moskovayê yên herêmê û têkiliyên wan yên digel hev hate nirxandin. Ligel vê yekê mijara sereke ya Konferansê referandûma Kurdistanê bû. Di konferansê de pisporan ragihand ku polîtîkayên Tirkiye, Rûsya û Îranê li ser Sûriyê wek hev in lê derbarê Iraqê de pêngavên Moskovayê yên cuda hene.

Balyozê Iranê yê Berê yê Bakûyê Dr. Afşar Suleymanî di konferansê de got: "Em dibînin ku di demên dawî de di warê dehatûya Sûriyê de Tirkiye, Îran û Rûsya hevpar tevdigerin. Di mijara Iraqê de Rûsya wek Îran û Tirkiyê nafikire. Îran û Tirkiye helwestek dij referandûmê didin nişandan, lê Rûsya aliyekê yekparçebûna xaka Iraqê diparêze aliyekê jî derbarê referandûmê de bi peyamên xwe yên germ dixwaze ku piştevaniya kurdên wê derê hilbigre."

Yek ji beşdarê konferansê Profesor. Mahmoud El Hamza ku bi eslê xwe Suriyeyî ye di nirxandinên xwe yên bo Kurdistan24ê de got; Rûsya bi vê polîtîkaya xwe dixwaze ku piştî Sûriyeyê li Iraqê jî bibe xwedî hêzek mezin û rolek giring bi dest bixe.

Pisporê Tekiliyên Navneteweyî Profesor Mahmoud El Hemza ji K24ê re wiha axivî: "Kurdên li Iraqê yek hevgirtiyê Amerîkayê yên giring bûn. Lê belê di proseya vê referandûmê de bi Washîngtonê re ji hev dûr ketin û Rusya bi pêngaveke bilez li pişt wan derket. Rûsyayê ji aliyekî ve fikra yekperçebûna xaqa Iraqê diparast ji aliyekî jî ragihand ku ew rêzê li referandûmê digrin. Di heman demê de bi Kurdistanê re ket nav têkiliyên xurt yên aboriyê. Ev pêngavê destê Kurdistanê, li hember dewletên li dijî referandûmê bihêztir kir û Rûsya jî rêyek ji xwe rê vekir ku li Iraqê jî bibe xwedî gotinek bi hêz."

Piraniya pisporên beşdarî konferansê bûn diyar kirin ku piştî piştgiriya Rûsya bo Kurdistanê li ser Rojhilata Navîn di navbera hêzên herêmî û global de hevkariyên nû jî dê rû bidin