HSD: Îşev operasyona kontrolkirina tevahiya Reqayê dest pê dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, qanaxa dawiyê ya operasyona dawiyê ya kontrolkirina tevahiya bajarê Reqayê Îşev dest pê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, qanaxa dawiyê ya operasyona dawiyê ya kontrolkirina tevahiya bajarê Reqayê Îşev dest pê dike.

Fermandarekî meydanî ya HSDê ji ajansa “Reuters” re ragihand, di çand rojên bê de kontrolkirina tevahiya bajarê Reqayê radigihînin. Aşkere kir jî, îşev qonaxa dawiyê ya operasyona kontrolkirina tevahiya Reqayê dest pê dike.

Ji aliyê xwe ve, Peyvdara Operasyona Kontrolkirina Reqayê Cîhan Şêx Ehmed di daxuyaniyekê de ragihand, HSDê nûçeya kontrolkirina bajarê Reqayê di demekê nêzîk de radigihînin.

Berdevkê Fermî yê HSDê Eqîd Telal Silo roja 6ê Hezîrana borî di konfernaseke rojnamevanî de destpêkirina operasyona bajarê Reqayê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ve ragihandibû.

Operasyona kontrolkirina Reqayê “Hêrsa Ferêt” belav kiriye, heta niha ji sedî 85 ji wî bajarî ji çekdarên DAIŞê hatiye kontrolkirin.