Yildirim: Heya ewlehî li Idlibê berqerar nebe, wê operasyon berdewam bin

Yildirim got: “Em bi Rûsya re hevrêziya encamdana operasyona serbazî li Idlibê bajarî dikin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li kampa AKPê ya li Afyonê li rojavayê Tirkiyê bi perlemanterên partiya xwe re civiya û derbarê operasyona Idlibê got: “Em bi Rûsya re hevrêziya encamdana operasyona serbazî li wî bajarî dikin.”

Li gor agahiyan, Yildirim diyar kiriye ku bi wê operasyonê ewê li Idlibê aramiyê berqerar bikin û heya aramî cih negire wê operasyon berdewam bibin.

Berî niha jî Serokomarê Tirkiyê, destpêkirina operasyona Idlibê ragihandibû û dabû xuyakirin, ku serbazên Tirkiyê hîn derbasî nav axa Idlibê nebûne.