Ibrahîm Biro: Tevî astengiyên PYDê lê emê kongirê ENKSê li hinder lidar bixin
Serokê ENKSê: “Wê hin guhertin di sîstema karên ENKSê de çê bibin û ji bo tevlîbûna hin aliyên din di nav ENKSê de, hîn ti piroje ji wê yekê re nehatine stendin.”
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro ji K24ê re ragihand: “Me berê soz daye millet xwe ku em li hindirê welat in û li hindirê welat emê karê xwe bikin û berdewam bikin, tevî hemû astengiyên ku PYDê ji me re çê dike.”
Herweha Serokê ENKSê got: “Wê hin guhertin di sîstema karên ENKSê de çê bibin û ji bo tevlîbûna hin aliyên din di nav ENKSê de, hîn ti piroje ji wê yekê re nehatine stendin.”