ENKS: Di Kongir de pêdaçûnê di siyasetên xwe de dikin

Piştî bêhtirî 2 salan Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryar da, di zûtirîn dem de kongirê xwe lidar bixe. Serkirdeyên ENKS'ê didin zanîn ku hin sedemên ewlehî û siyasî sedema derengiyê bûn.

 

K24 – Qamişlo
Piştî bêhtirî 2 salan Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryar da, di zûtirîn dem de kongirê xwe lidar bixe. Serkirdeyên ENKS'ê didin zanîn ku hin sedemên ewlehî û siyasî sedema derengiyê bûn. Hin din jî tekez dikin ku piştî kongir, karê ENKS'ê dê bêhtir bibe.

Kongira ENKSê bêhtirî 2 salan dereng ketiye, hin serkirdeyên ENKS'ê diyar dikin ku, rewşa siyasî û ewlehî bi temamî di dema bûrî de ne alîkar bû ji bo lidarxistina kongir, û amaje bi wê yekê jî dikin, guhertinên siyasî yên dawî li ser asta Sûriyê, herwiha girtina ofîsên partiyên ENKS'ê ji sedemên sereke bûn ku kongir ta dema niha dereng bikeve.

Endamê emîndariya giştî ya ENKS'ê Ebdilsemed Xelef Biro ji K24ê re wiha axivî: “Dawî biryar hat standin ku kongre lidar bikeve, tê de ENKSê tekeziyê li ser beşdariya Kurd wek aliyekî serbixwe di kongreya Riyazê de bike. Ya herî girîng û pêwîst ew e, ku lêvegerekê ji siyasetên xwe re çe bikin.”

Endamê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya ENKS'ê Fêsel Yûsif jî li ser derengketina kongreya ENKSê de jî got: “Hin serkirdeyên ENKSê yên ku di kongire amade bin girtî ne. Herwiha ji bo pirsên siyasî jî,di dema borî de biryara 2254 derket, hin pirsên girêdayî pêwendiyên derve yên ENKSê û vexwandina ji bo Rûsyayê û hin pirsên din hêştin ku bi bihnferehî bidinê.”    

ENKS wek çarçoveyeke siyasî di sala 2011ê de hate damezrandin, li gorî tozika navxweyî her sal kongirê ENKS'ê lidar dikeve, lê ji beriya bêhtirî 2 salan ve kongir neciviye û ev yek li ba hin çavdêran bûye cihê rexnê. Ji aliyê xwe ve serkirdeyên ENKS'ê dibêjin ku, derengiya lidarxistina kongir ti pirsgirêk çê nekirine, lê tevî wê jî ew pabendî sîstema xwe ne û di demeke nêzîk de dê kongirê xwe lidar bixin.