“Ti hevahengî di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de nemaye”
Cebar Yawer ragihand, serkirdeyên Pêşmerge ji bo parastina Kerkûkê ji terorê, hêzên Pêşmerge li navçeyên wê belav kirine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand, hêzên Pêşmerge bi awayekî din li navçeyên Kerkûkê hatin belavkirin, ew jî bi sedema guhartina rewşa leşkerî ya navçeyê, ku piştî kontrokirina Hewîce, Riyaz û Ebasî ji destê DAIŞê peyda bûbû.
Cebar Yawer ji ajansa “Sputnik” re ragihand, serkirdeyên Pêşmerge ji bo parastina Kerkûkê ji terorê, hêzên Pêşmerge li navçeyên wê belav kirine.
Dibêje: “Ti hevahengiyek li ser astê fermandarên meydanî û serkirdeyên Pêşmerge û hêzên Iraqê li Kerkûkê nemaye, ew jî bi sedema wan pirsgirêkên niha yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hene.”
Herwiha amaje bi wê kir, ti kenalek yan riyek ji bo çawaniya hevahengiya di navbera hêzên Iraqî û Pêşmerge û hêzên din ên herêmê de nîn e, ti komîtek yan awayek ji bo hevahengiya operasyon û belavkirina hêzan jî nîn e.”
Derbarê birsa, ma daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku hevahengiya hevbeş hebe, Cebar Yawer got: “Bêgûman, ji ber ku rewşa Iraqê bi giştî û ya Kurdistanê bi taybetî ne libar e. Şerê DAIŞê heye û hîn bi awayekî ji awayan operasyonên girtina bajarokên biçûk bidawî nebûne. Bi dirêjahiya hezar K.M hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê li hember hev û nêzîkî hev in, ji ber wê baştir e rêyek ji bo hevahengiyê hebe.”
..