KCK li ser jiyana Abdulah Ocalan bi gûman e
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser jiyana Rêberê PKKê Abdulah Ocalan bi gûman e û banga zelalkirina rewşa ewlekariya jiyana wî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser jiyana Rêberê PKKê Abdulah Ocalan bi gûman e û banga zelalkirina rewşa ewlekariya jiyana wî kir.
KCKê îro derbarê ewlekariya jiyana Rêberê PKKê Abdulah Ocalan de daxuyaniyek belav kir û ragihand, di nav raya giştî de derbarê sexlemî û ewlekariya jiyana Ocalan de zanyariyên bigûman û nakok belav dibin, lê serçaveya van zanyariyan nîn e.
KCK da zanîn ku, jiyana Ocalan ji bo wan mijareke hestyar e û heger ewlekariya wî di bin xetereyê de be, berpirsê vê yekê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û hikûmeta Tirkiyê be.
KCK daxwaz ji Serdozgeriya Komarê ya Bursayê kir, ku kesûkar û parêzerên Ocalanî bila bikaribin wî bibînin. Herwiha banga xwedîderketina Ocalan ji raya giştî kir.
Di navbera Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û kesûkarên wî de ji salekî zêdetir e hevdîtin pêk nayên. Di demên dawî de jî di nav medayaya civakî de agahiyên wekî mirina Ocalan belav bûbûn.