HSDê şerekî nû li Reqayê ragihand

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) şerekî nû bi navê Şahîd Ednan Ebû Emced ji bo kontrolkirina bajarê Reqayê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) şerekî nû bi navê Şahîd Ednan Ebû Emced ji bo kontrolkirina bajarê Reqayê ragihand.

Odeya Operasyona “Hêrsa Ferêt” ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, operasyona Hêrsa Ferêt di 4 mehên borî de serkeftinên mezin li dijî çekdarên DAIŞê ya terorist bidest xist û karî 22 taxan ji Reqayê rizgar bikin.

Li gor daxuyaniya Odeya Operasyona Hêrsa Ferêt, bi vê yekê ji sedî 90 ji bajarê Reqayê hatiye kontrokirin û şer niha li 7 taxên din ên bajêr berdewam e.

Odeya Operasyona Hêrsa Ferêt destpêkirina şerê Şehîd Ednan Ebû Emced li Reqayê ji raya giştî re ragihand û diyar kir, 275 çekdarên DAIŞê ligel malbatên xwe radestî hêzên wan kirine.