PDK û YNK: Takalî guftûgoyê ligel Bexdayê nakin û pabendî encamên referandûmê ne

Jêderekî ji civîna îro ya PDK û YNKê ragihand, civîn serkeftî bû û her du aliyan pabendbûna xwe bi encamên referandûmê tekez kirin û jê venakişin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji civîna îro ya PDK û YNKê ragihand, civîn serkeftî bû û her du aliyan pabendbûna xwe bi encamên referandûmê tekez kirin û jê venakişin.

Îro yekşemê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, her du polîtbîroyên Partiya Demokrat a Kurdistan û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê civiyan û heta niha jî civîn berdewam e.

Jêderekî ji civînê ragihand, her du aliyan PDK û YNKê biryar dan, bi awayekî takalî guftûgoyê ligel Bexdayê nekin û tekez kirin ku bi yekgirtû guftûgoyê bikin.

Li gor zanyariyên wî jêderî, her du aliyan pabendbûna xwe bi encamên referandûmê tekez kirin. Herwiha bi guftûgoya ligel Bexdayê pirsgirêkan çareser bikin.