Akademîsyen: Mesûd Barzanî serokek ji siyasetê mezintir e

Li Zaningeha Dîcleyê, di çarçoveya Sempozyûma Siyaset û Aboriyê de komxebatek di derbarê "Serokatiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî" de bi rê ve çû. Serokatiya Serokê Kurdistanê bi perspektîfa zanyarê navdar Marks Weber hat nirxandin.

 

K24 – Diyarbekir

Li Zaningeha Dîcleyê, di çarçoveya Sempozyûma Siyaset û Aboriyê de komxebatek di derbarê "Serokatiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî" de bi rê ve çû. Serokatiya Serokê Kurdistanê bi perspektîfa zanyarê navdar Marks Weber hat nirxandin.

Rêbaz û helwesta Serokatiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê bû mijara komxebateke ku di çarçoveya Sempozyûma Siyaset û Aboriyê de hat lidarxistin. Di komxebatê de Serokatiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li gorî perspektîfa Zanyarê Almanî Marks Weber hat nirxandin. Mijar, ji aliyê Xwendevanê Masterê yê Zanîngeha Dûmlûpinara Kutahyayê Hakan Guzelsoy ve hat pêşkêşkirin.

Xwendevanê Masterê yê Zanîngeha Dûmlûpinara Kutahyayê Hakan Guzelsoy ji K24ê re got: "Di vê sempozyûmê de , serokatiya Birêz Barzanî ji aliyê Karîzma, kevneşopî û yasayî ve hate nirxandin. Ev nirxandin li gorî perspektîfa Marks Weber hate kirin. Bandora li ser xelkê karîzma ye, referancdûm yasa ye û berdewamiya pêşmergetiyê jî pabendiya klasîk e. Serok Barzanî hemû têgehên serokatiyê dihewîn e."

Organîzatorê Sempozyûma Siyaset û Aborîyê û Moderatorê Komcivînê, Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê Vedat Koçal amaje kir ku ew dibînin, "Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bala nifşên nû dikişîne û komcivîneke bi vî rengî jî hewce ye."

Organîzatorê Sempozyûma Siyaset û Aborîyê û Moderatorê Komcivînê Vedat Koçal ji K24ê re wiha axivî: "Alîkariya pêşmerge ya bo rizgarkirina Kobanê, Tekoşîna li hember DAIŞ'ê û lidarxistina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, bi van bûyeran Mesûd Barzanî ji bo nifşên nû bû remzek netewî yê xurt. Ji ber vê yekê jî me pêwîst dît ku em li ser Serokatiya Birêz Barzanî, xebatên akademîk bikin."

Di komcivînê de helwest û rêveberiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya di pêvajoya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de jî hat nirxandin. Akademîsyenan amaje kir ku dê bi şêwaza siyaseta Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, helwesta tund a Tirkiyeyê jî nerm bibe.