Pêşmerge bo hevpeymanan: Em dê Kurdistanê biparêzin
Kerîm Şingalî ragihand: Pêşmergeyên Kurdistanê ligel xelkê Kurdistanê dê xak û welatê xwe biparêze
K24 – Navenda Nûçeyan
Di civîna navbeyna Wezareta Pêşmerge û berpirsiyarên Hêzên Hevpeymanan li paytxeta Kurdistanê Hewlêrê de, hate zanîn ku, Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî ragihandiye: Pêşmergeyên Kurdistanê ligel xelkê Kurdistanê dê xak û welatê xwe biparêze. Berpirsiyarên şer hukimeta Iraqê û piştgirên wê ne.
Di civînê de htiye ragihandin ku, Heşda Şabî bi çekên amerîkî û yên hevpeymanan êrîş kirin e ser Kerkûkê û ji alî Îranê ve tên piştgirîkirin. Hêzên Hevpeyman diyarkiriye, pirsgîrêk dive bi rêya danûstanin û diyalogê bêb çareserkirin û ji nêz ve rewşê dişopînin.