Qeretepe ji bo mîlîşyayên Heşd hate radestkirin
Birêveberê Navçeya Qeretepe Wehab Ehmed ji K24ê re ragihand, tevahiya hêzên ewlehiyê li Qeretepe vekişiyan û çekdarên Heşda Şeibî û hevkarên wan çûne nava wî bajarokî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Birêveberê Navçeya Qeretepe Wehab Ehmed ji K24ê re ragihand, tevahiya hêzên ewlehiyê li Qeretepe vekişiyan û çekdarên Heşda Şeibî û hevkarên wan çûne nava wî bajarokî.
Radestkirina Qeretepe bê berevanî piştî wê yekê tê, duh beşek ji berpirsên YNKê ligel Qasim Suleymanî û mîlîşyayên Heşd rêkeftin û biryar dan Kerkûk û tevahiya sengerên Pêşmerge radestî Heşd û Hevkarên wê ji artêşa Pasdaran bikin.
Her di wê çarçovê de, beşek ji berpirsên YNKê fermana vekişandina hêzên xwe ji sengeran dan û rê ji bo dagîrkirina bajarê Kerkûkê ji aliyê Heşd û artêşa Pasdaran ve xweş kirin.