Helwesta Trump derbarê Kerkûkê

Trump: "Me bi hev re li gel Kurdan kar kiriye û em ne li gel nakokiyên Kekrûkê ne."

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump ragihand: "Me bi hev re li gel Kurdan kar kiriye û em ne li gel nakokiyên Kekrûkê ne."

Donald Trump diyar kir, tevî ku ew ne li gel aloziyên Kerkûkê ne, lê em piştevaniya her aliyekî ji Hewlêr û Bexdayê nakin.

Îro destê sibê çekdarên Heşda Şeibî, bi alîkarî û rêberiya hêzên Lahor gihiştin Kerkûkê û ala Kurdistanê ji ser avahiyên wî bajarî daxistin û kesekî ereb wek parêzgarê nû yê Kerkûkê destnîşan kirin.