HSD: Reqa hate kontrolkirin

Hêzên Sûriyeya Demokrakî (HSD) radigihîne, bajarê Reqayê bi temamî ji destê DAIŞê hate kontrolkirin.

K24 – Navemda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokrakî (HSD) radigihîne, bajarê Reqayê bi temamî ji destê DAIŞê hate kontrolkirin.

Peyvdarê Telal Silo ji K24ê re ragihand, hêzên wan bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî bajarê Reqayê bi temamî kontrol kirin. Silo da zanîn ku, hêzên wan niha jî mijûlê pakirina mîn û paşmayên DAIŞê ne.

Kontrolkirina bajarê Reqayê ji piştî wê yekê hat, HSDê karî yarîgeha Eswed û nexweşxana Niştimanî kontrol bike, ku dawî baregehên DAIŞê li Reqayê di destê wê de mabûn.

Herwiha ev yek tê, berî çend rojan Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, li gor rêkeftinekê di navbera HSD û DAIŞê de bi sedan çekdarên DAIŞê ligel malbatên xwe, xwe radestî hêzên HSDê kirin.

HSDê roja 6 Hezîrana borî di konfernaseke rojnamevanî de destpêkirina operasyona bajarê Reqayê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ve ragihandibû.