Doza dijî parezvanên mafê mirovan di 25ê Cotmehê de ye
Doza dijî 10 parêzvanên mafên mirovan, ku bi nave “Doza Buyukada” tê naskirin, dê di 25ê Cotmehê li Dadgeha Dadweriyê li Stenbolê bê encam dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Doza dijî 10 parêzvanên mafên mirovan, ku bi nave “Doza Buyukada” tê naskirin, dê di 25ê Cotmehê li Dadgeha Dadweriyê li Stenbolê bê encam dan.
Vê doze pirsgîrêka diplomasî di navbeyna Almanya û Swêd hemberî Tirkiye de peyda kiriye, bi egera ku di navbeyna girtiyan de hevwelatiyel almanî û yekî swêdî heye.
Doza hemberî parêzvanên mafên mirovan liser “piştgiriya rêxistina terorê” ye, ji aliyê xwe ve welatên Swêdê û Almanya van tometên Tirkiye bi nerast liqelem dixin.
Kesên girtî û dê bi daxwaza 10 heta 15 salan zîndanîkirinê bên dadgehkirin ev in: Hevwelatiyê Almanya Peter Staudtner, hevwelatiyê Swêdê Ala Gharavi, ji Komeleya hevwelatî ya Helsinki Nalan Erkem û Ozlem Dalkiran, Berpirsa Rêxistina Navneteweyî ya Lêborînê (Amnesty International) ya Tirkiye Idil Eser, Ji Koalisyona Jinan Ilknur Ustun, Ji Komeleya Rojeva Mafê Mirovan Gunal Kurşun û Veli Avcu