Serokê Fraksiyona Tevgera Îslamî koça dawiyê kir
Serokê Fraksiyona Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Omer Mustefa Bawemîr Pîrot yê bi navê Şiwan Qeladizî tê nasîn koça dawiyê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Fraksiyona Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Omer Mustefa Bawemîr Pîrot yê bi navê Şiwan Qeladizeyî tê nasîn koça dawiyê kir.
Serokê Fraksiyona Tevgera Îslamî piştî bûyerên duh yên Kerkûkê, serdana Kerkûkê kir û di dema vedigeriya Hewlêrê rastî bûyereke hatûçûnê bû.
Piştî mana 24 demjimêran di nexweşxanê de, îro koça dawiyê kir.
Dr. Şiwan Qeladizeyî ji dayikbûna 1966an e û diktora di dîroka Îsalmê de wergirtiye.