Kangeha Komirê li Şirnexê hilweşiya, 6 mirî

Kangehek taybet a komirê liser rêya Şirnex û Cizirê li bakurê Kurdistanê hilweşiya,

K24 – Navenda Nûçeyan

Kangehek taybet a komirê liser rêya Şirnex û Cizirê li bakurê Kurdistanê hilweşiya, 7 karker di bin de man, heta niha termê 6 kesan hatiye derxistin, yek kes hîn nehatiye derxistin.

Wezareta Enerjiyê ya Tirkiye ragihand ku, destûra derxistina komirê li wê deverê ji alî şirketê ve nehatiye wergirtin û kangehek nedestûrî bû ye.