Bilgen carek din bû berdevkê HDP

Parlementerê HDP Osman Baydemîr dest ji berdevkiya Partiya xwe berda û karê xwe ji Parlementerê din ê HDP Ayhan Bîlgenî re hêla.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Osman Baydemîr dest ji berdevkiya partiya xwe berda û karê xwe ji Parlementerê din ê HDPyê Ayhan Bîlgenî re hêla.

Ayhan Bîlgen di 31ê Kanûna Paşîn a 2017an de hatibû girtin û wê demê berdevkê HDPyê bû. Piştî girtina Bîlgenî Osman Baydemîr bûbû berdevkê HDPyê. Lê Ayhan Bîlgen meha borî azad bûbû. Li ser vê yekê Baydemîr dest ji berdevkiya HDPyê berda û Ayhan Bîlgen careke din bû berdevkê HDPyê. Baydemîr dema karê xwe ji Bîgenî re hêla got: Wî vî karî bi serfirazî kiriye û niha jî bi serfirazî radestê Ayhan Bîlgenî dike.