Li Kerkûkê Heşdê û dezgehên emnî girtin ser malên Kurdan
"Li taxa Penca Elî û Şoraw û çend taxên din yên Kerkûkê, Heşda Şeibî bi alîkariya dezgehên emnî yên aliyekî siyasî Kurdî, girtin ser malên Kurdan"
K24- Navenda Nûçeyan
Li gorî zanyariyên jêderên haydar û çend wêneyên ku çalakvanan li ser torên civakî li Kerkûkê belav kirine, şevê din hêzên Heşda Şeibî û dezgehên emnî û serbazî Iraqî, bi alîkariya hêzên ser bi "Çend berpirsên aliyên Kurdî", piroseyeke pişkinînê li malên Kurdan li çend taxên bajarê Kerkûkê destpê kirin û jin û zarok derxistin derve û heya derengê şevê li nav kolanan man û çekdarên Heşdê li malên wan welatiyan li çek û pereyan digeriyan.
Hat zanîn jî ku herî zêde ew pişkinîn di malên endaman û alîgirên Partî Dîmukratî Kurdistan de hat kirin, ku wan welatiyan dixwestin berevaniyê di ber bajar de bikin.

Jêderekî ji nav bajarê Kerkûkê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Li taxa Penca Elî û Şoraw û çend taxên din yên Kerkûkê, Heşda Şeibî û hêzên emnî yên Iraq, bi alîkarî û rêberiya dezgehên emnî yên aliyekî siyasî Kurdî, girtin ser malan û lîstek ji navên wan kesan bi wan re bû ku dixwestin wan bigrin û malên wan pişkinîn bikin."
Ji bilî ku hêzên emnî yên wî aliyê Kurdî beşdarî di radestkirina bajarê Kerkûkê de kir ji bo Heşdê û hêzên Iraqî, niha ew hêz guvaşê li ser wan welatiyên Kekrûkê dike, ku di dema derbaskirina hêzên Iraqî de ji bo Kerkûk û dagîrkirina wî bajarî, li ser ekrana kenala Kurdistan24ê û kenalên din, rexne li hejmarek ji berpirsên wê hizbê kirin, wê guvaşê hişt ku çendîn kes neçar bibin pêwendiyê bi Kurdistan24ê re bikin daku vîdyoyên axaftinên wan di malperê û torên civakî yên Kurdistan24ê de neyên belavkirin û tiştê hatiye belavkirin bê reşkirin, daku ew kesana ji girtin û eşkencedanê rizgar bibin."
Herweha çalakvanên Kurd li ser torên civakî bangek belav kirine ku hêzên Heşda Şeibî û dezgehên emnî yên Iraq û aliyekî siyasî Kurdî digirin ser malan û divê welatî haydar bin.
Roja 16ê cotmehê, piştî ku bi fermana çend berpirsekî aliyekî siyasî Kurdî, hêzên Heşda Şeibî û Supaya Pasdaran û hêzên Iraqî derbasî nav bajarê Kekûkê bûn û bi temamî bajar ket destê wan hêzan û tevî mişextbûna hezaran malbatên Kurd ji wî bajarî, Heşdê û hêzên li gel wê dest bi kempîneke girtina endamên mayî ji wan malbatan kirine û malên wan jî pişkinîn dikin.