Ronîkirinek ji Kurdistan24ê ve
Dezgeha Kurdistan24ê bo Ragihandin û lêkolînan derbarê nebûna romala taybet ji bo bûyerên şeva borî yê di çend cihên navçeyên dagîrkirî ên Kurdistanê de bûne, wek Kerkûk, Xaneqîn û Xurmatû, bîner, xwedevan û guhdaran agahdar dikin ku “Em welatiyên xweşewîst re rabigehînin ku welatiyan bi hêjayî wê yekê dizanin zanyariyên hûr û rast ji wan re bigehînin
K24 – Navenda Nûçeyan
Dezgeha Kurdistan24ê bo Ragihandin û lêkolînan derbarê nebûna romala taybet ji bo bûyerên şeva borî yê di çend cihên navçeyên dagîrkirî ên Kurdistanê de bûne, wek Kerkûk, Xaneqîn û Xurmatû, bîner, xwedevan û guhdaran agahdar dikin ku “Em welatiyên xweşewîst re rabigehînin ku welatiyan bi hêjayî wê yekê dizanin zanyariyên hûr û rast ji wan re bigehînin û hemû tiştan wek heye bixine berçav. Ciwanan li hember reftarên nemirovane yên Heşda Şeibî, cihê şanaziya tevahiya Kurdan li seranserî cîhanê bûye û di nûçeyan de me romala wê qehremaniyê kiriye, lê derbarê Heşda Şeibî de, ligel wê yekê ku Heyder Ebadî biryar daye, tenê polîsa fedral û dezgehên ewlehiyê li parêzgeha Kerkûkê bimînin, lê ya rast ew e, hîna Kerkûk, Xaneqîn, Şingal û gelek ji navçeyên Kurdistanî yên din li dibin destên qirêj ên wan hêzên dagîrker de ne û ti paşvekişandinek ji Başûrê Kurdistanê nekiriye.
Deqa ronîkirinê..
Di çend demjimêrên borî de gelek ji welatiyan pirsa awayê romala Kurdistan24ê ji me kiriye, dixwazin ji temaşevanên xwe û welatiyên xweşewîst re rabigehînin ku welatiyan bi hêjayî wê yekê dizanîn zanyariyên hûr û rast ji wan re bigehînin û hemû tiştan wek heye bixine berçav.
Derbarê dawî pêşhatên Kerkûk û Xaneqînê de, ewa rastî be, xwenîşandên ciwanan li hember reftarên nemirovane yên Heşda Şeibî, cihê şanaziya tevahiya Kurdan li seranserî cîhanê bûye û di nûçeyan de me romala wê qehremaniyê kiriye, lê derbarê Heşda Şeibî de, ligel wê yekê ku Heyder Ebadî biryar daye, tenê polîsa fedral û dezgehên ewlehiyê li parêzgeha Kerkûkê bimînin, lê ya rast ew e, hîna Kerkûk, Xaneqîn, Şingal û gelek ji navçeyên Kurdistanî yên din li dibin destên qirêj ên wan hêzên dagîrker de ne û ti paşvekişandinek ji Başûrê Kurdistanê nekiriye. Ewa heye ku biryar daye di nava taxan de nemînin û li derveyî bajaran bicih bibin, lê heya niha jî deriyên hemû bajaran di destê vê hêza taifî de ne. Ev hêz hîna di êşandina xelkê de berdewam e û zîndanên taybet di nav Kerkûk û bajarên din de danîne.
Di vê rewşa hestiyar de, hemû hewla me ew e, ku bi awayekî profîşînalane û pîşeyane, zanyariyên rast û durist û dûr ji soz û torebûnê bigihînin temaşevanên xwe û di vî karî de jî berdewam dibin.